Li navenda Neteweyên Yekbûyî (UN) ya li Cenevreyê, 27-28 mijdar 2025, civîna kêmîneyan pêk hat.
Serokê Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Necat Zanyar û cîgira serok Nazîle Afkhamî beşdarî civînê bûn û li ser navê Enstîtuya Kurdî ya Lozanê ji bo daxwazên Kurdan belgeyek helwestê (Position Paper) pêşkêş kirin.
Di vê belgeyê de hat destnîşan kirin ku Kurd neteweya otokton ya herêma xwe ne û xwedî mîraseke dewlemend in. Lêbelê ji temînata huqûqî bêpar in. Pêkanîna statûyekê ji bo Kurdan aştîya herêmê û ya cîhanê xurttir dike.
Di belgeyê de bal li ser hat kişandin ku pêwîst e dezgehên neteweyên yekbûyî (UN) helwestê wergirin û wek yek ji endamên malbata mirovahîyê huqûqa Kurdan biparêzin. Her wiha daxwaz hat kirin ku komîsyeneke taybet ji bo çavdêrîya doza Kurdistanê were damezrandin.




