Rêveberên Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Necat Zanyar û Şeyhmus Özdemir, di çarçoveya serdana nivîskarên Kurd de, li Neuchatelê serdana nivîskar Süleyman Danişman kirin.
Süleyman Danışman nivîskar û resamekî Kurd e ku bi salan e li Swîsreyê dijî. Rêzdar Danişman ji bo serdanê kêfxweşîya xwe anî ziman û bû endamê Enstîtuya Kurdî ya Lozanê.

