Her sal 21ê Adarê di nav Kurdan de wek cejna neteweyî tê pîroz kirin. Bi vê sedemê, di 5ê Adara 2026an de li parlamentoya Swîsreyê ya li bajarê Bernê pîrozbahîyek hat lidarxistin.
Nûnerên sazîyên Kurdan bi cilûbergên Kurdî beşdarî pîrozbahîyê bûn. Rêveberiya Enstîtuya Kurdî ya Lozanê ku beşdarî pîrozbahîyê bû, ji Necat Zanyar, Nazîle Afkhamî û Kewyar Zadeh pêk hat.

