
Sersaxî – Riza Çolpan — 09.04.2026
Me bi xemgînî bihîst ku nivîskarê Kurd Riza Çolpan koça dawî kiriye. Ew Kurdekî dilsoz yê Dêrsimî û nivîskarê 24 pirtûkan bû. Ligel yextiyariya xwe, bi dilpakî piştgiriya Enstîtuya Kurdî ya Lozanê (IKL) kir.
Ruhê wî şad, dewra wî daim be. Serê malbat û hezkiriyên wî sax be.

Sersaxî • Condoléances — 09.02.2026 (Mehmed Emîn Bozarslan)
Em bi mirina Kurdologê navdar Mehmed Emîn Bozarslan xemgîn bûn. Rêzdar Bozarslan bi serê xwe pirtûkxaneyeke Kurdî bû. Temenê xwe bi bêdengî terxan kir ji bo zimanê Kurdî.

Sersaxî - Condoléances — 30.01.2026 (Hoşyar Zeynel)
Me wefata rêzdar Hoşyar Zeynel bi xemgînî bihîst. Keda wî di damezrandina Enstîtuya Kurdî ya Lozanê de pir bû. Ruhê wî şad be. Em sersaxiyê dixwazin ji malbat û hezkiriyên wî.
Condoléances - Crans-Montana — 01.01.2026
Me bi xemgîniyeke kûr nûçeya trajediya tirsnak ya li Crans-Montana bihîst. Em sersaxiyê pêşkêş dikin û di vê demên dijwar de, em êşa gelê Swîsreyê parve dikin.
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê

