Kanal827/07/2025
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê li bajarê Lozanê yê Swîsreyê bi navê “Mafê Çarenûsê û Siberoja Kurdan” komxebatek li dar xist.
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê di salvegera 102'yan a Peymana Lozanê de, li bajarê Lozanê yê Swîsreyê komxebateke bi navê 'Mafê Çarenûsê û Siberoja Kurdan" li dar xist.
Di rûniştina yekem de serdema Peymana Lozanê ji alîyên dîrokî û huqûqî ve nirxandin. Di rûniştina duyem de li ser mafê çarenûsê, netewbûn û serweriyê nîqaş kirin.
Di rûniştina sêyem de li ser rewşa siyasî ya Kurdistanê peyivîn.
Serokê Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Necat Zanyar, deklarasyonek pêşkêş kir û komxebat bi dawî hat. Zanyar, destnîşan kir ku wan xwestiye di demeke dîrokî de, li mekaneke dîrokî, helwesteke dîrokî nîşan bidin.
Di deklarasyona komxebatê de mafê çarenûsê wek mafekî gerdûnî hat pênasekirin. Bal hat kişandin ku peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) di maddeya yekê de vî mafî pesend dike û pêwîst e Kurd jî weke hemû neteweyên cîhanê biryar û qedera xwe bigrin destê xwe û çarenûsa xwe diyar bikin.
Di deklarasyonê de hat gotin ku doza Kurdistanê dozeke neteweyî ye. Ne doza demokrasî, mafên mirovî, paşvemayîna ekonomîk û entegrasyonê ye. Di ser van hemûyan re ye û hemûyan di xwe de dihewîne. Necat Zanyar bal kişand ser ku ji sala 1694an heya roja me, herî kêm 300 sal in ku zana û pêşewayên Kurd, bi eşkereyî mafê serwerî û desthilatdarîya neteweya Kurd diparêzin.
Bi deklarasyona komxebatê Enstîtuya Kurdî ya Lozanê destnîşan dike ku pergala heyî ya Rojhilata Navîn û cîhanê diguhere. Li rojhilata ji bo Kurdan û pêkhateyên dînî yên weke Elewî, Durzî, Êzîdî, Sunnî û Şiîyan jî, krîza serwerîyê her berdewam e. Rizgarî û serwerîya Kurdan, dikare li Rojhilata Navîn krîza serweriyê çareser bike û balanseke nû pêk bîne. Herêma Federe ya Kurdistanê li Iraqê û xweserîya Rojavayê Kurdistanê li Suriyeyê, du mînakên giring in.
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê di encama komxebatê de dide zanîn ku berya her kesî pêwîstîya Kurdan û Kurdistana dabeşkirî bi yekbûn û pêkvejiyanê heye. Lewma komxebata me “yekbûna Kurdan, aşîtîya cîranan” weke prensîbekê dipejirine.Piştî komxebatê beşdaran bi hev re xwarin xwar û ji bo piştgirên enstîtuyê plaket hatin dayîn.
Deklarasyona komxebatê bi vî awayî ye:
Komxebata "Mafê Çarenûsê û Siberoja Kurdan” komxebatek hat lidarxistin. Bi amadekarîya Enstîtuya Kurdî ya Lozanê (IKL), zana, rewşenbîr, akademîsyen û siyasetmedarên Kurd beşdarî komxebatê bûn û rewşa Kurdan ji gelek alîyan ve nirxandin.
Tesbîtên Esasî
1. Mafê Çarenûsê gerdûnî ye Piştî du şerên cîhanê ku bi milyonan kes hatin kuştin, sala 1945an, Peymana Neteweyên Yekbûyî hat qebûlkirin. Di destpêka vê peymanê de hat pesendkirin ku pêwîstî bi wekhevîya neteweyên mezin û yên biçûk heye. Di maddeya yekem de wekhevîya neteweyan û mafê çarenûsa gelan, wek yek ji amanc û prensîbên Neteweyên Yekbûyî (NY) hat destnîşankirin. Sala 1966an, di Peymana Navneteweyî ya Mafên Ekonomîk, Sosyal û Kulturî, maddeya yekem de hat pesendkirin: “Mafê hemû gelan heye ku çarenûsa xwe dîyar bikin.” Neteweyên Yekbûyî (NY) bi heman peymanê re, Peymana Navneteweyî ya Mafên Medenî û Siyasî pesend kir. Di vê peymanê de, sernavê beşa yekem “Mafê Çarenûsê” ye. Maddeya yekem wiha dibêje: “Hemû netew xwediyê mafê tayînkirina çarenûsa xwe ne.” Bi vî awayî mafê Self-Determînasyonê (Mafê Çarenûsê) bûye mafekî fermanî (jus cogens) ku pêwîst e hemû netewe û dewlet qebûl bikin. Divê Kurd jî weke neteweyeke wekhev, karibin qedera xwe dîyar bikin û çarenûsa xwe bigrin destê xwe. Nabe li ser navê Kurdan tu dewlet, partî yan jî sazî, biryara çarenûsê bide û wê biryarê li Kurdan ferz bike. Doza Kurdistanê doza neteweyî ye. Ne doza demokrasî, mafên mirovî, paşvemayîna ekonomîk û entegrasyonê ye. Di ser van hemûyan re ye û hemûyan di xwe de dihewîne. Divê neteweya Kurd, bi rêyên demokratîk yên weke referandûm, di qanûna esasî de mûzakereya federasyon û xweserîyê, lêgerînên huqûqî û dîplomatîk li sazîyên navneteweyî, mafê xwe yê çarenûsê bi kar bîne û biryara xwe bide. Referandûm ji bo mafê çarenûsê rêyeke demokratîk e. Lêbelê, pêwîst e di şertên wekhev de referandûm bê lidarxistin. Di şertên heyî yên îro de, bi taybetî li Bakurê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê, bingeha referandûmeke demokratîk tune ye. Divê şertên azad, wekhev û demokratîk bên ava kirin da ku miletê Kurd di derbarê çarenûsa xwe de biryara xwe bide.
2. Daxwazên rewa yên neteweya Kurd Ji sala 1694an heya roja me, herî kêm 300 sal in ku zana û pêşewayên Kurd, bi eşkereyî mafê serwerî û desthilatdarîya neteweya Kurd diparêzin. Împeretorîya Osmanî sala 1847an dagirkirina Kurdistanê ragihand. Lê neteweya Kurd serdestîya Osmanîyan û piştî Peymana Lozanê ya 1923yan pergala dabeşkirina Kurdistanê û bindestkirina Kurdan nepejirand û têkoşîna neteweyî her domand. Sedsala dawî baş dîyar kir ku Kurd dixwazin nasname, ziman, çand û hebûna xwe ya civakî û siyasî, bi serwerîya neteweyî li ser xaka Kurdistanê, biparêzin.
3. Konjonktura herêmî û navneteweyî Pergala heyî ya Rojhilata Navîn û cîhanê diguhere. Ev guherîn, bi xwe re fersend û rîskên nû tîne. Piştî 2003yan Iraqa berê, piştî 2011an Sûriyeya berê ne pêkan e. Krîza rejimê li Îranê û şerê çil salî li Tirkiyeyê destnîşan dike ku pergala heyî nameşe. Ji bo pêkhateyên dînî yên weke Elewî, Durzî, Êzîdî, Sunnî û Şiîyan jî, krîza serwerîyê her berdewam e. Rizgarî û serwerîya Kurdan, dikare li Rojhilata Navîn krîza serweriyê çareser bike û balanseke nû pêk bîne. Herêma Federe ya Kurdistanê li Iraqê û xweserîya Rojavayê Kurdistanê li Suriyeyê, du mînakên giring in.
4. Pêkvejiyan li Rojhilata Navîn Mafê çarenûsê yê Kurdan ne li dijî pêkvejiyan û aşîtîya herêmê ye. Pêkvejiyaneke aştîyane tenê bi nasandina huqûqî û siyasî ya hemû cudahîyan pêkan e. Lê berya her kesî pêwîstîya Kurdan û Kurdistana dabeşkirî bi yekbûn û pêkvejiyanê heye. Lewma komxebata me “yekbûna Kurdan, aşîtîya cîranan” weke prensîbekê dipejirine.
Pêşniyar û Encam
1. Xurtkirina xebatên yekîtîya neteweyî Pêwîst e di nav aktorên siyasî yên Kurd de mekanîzmayên dîyalogê bên avakirin, rewşa parçeyî bê derbaskirin û konsepteke hevbeş bê diyarkirin. Nabe xetên sor yên doza neteweyî, ji alîyê partî û tevgeran ve bên redkirin û berjewendiyên hizbî di ciyê wan de bê bicihkirin.
2. Têkoşîna huqûqî û siyasî Ji bo mafên neteweyî yên neteweya Kurd, pêwîst e di qada herêmî û navneteweyî de têkoşîneke xurt bê meşandin. Divê gelê Kurd di derbarê mafê çarenûsê û serwerîyê de bi awayekî berfireh bê agahdarkirin.
3. Mafê serwerî, ziman, çand û perwerdehîyê Pêwîst e tevgerên Kurd mafê serwerî, ziman, çand û perwerdehîyê ji hev cuda nekin û ji bo ev maf gav bi gav bi awayekî huqûqî û siyasî werin pesendkirin, xebatên xwe xurt bikin.
4. Înîsîyatîfên dîplomatîk Pêwîst e doza neteweyî ya Kurdistanê bi awayekî zelal ji cîhanê re bê gotin û têkilîyên dîplomasîyê bên pêşxistin.
5. Piştgiriya prosesên dîyalog û muzakereyê Divê Kurd li hemû welatan piştgiriya prosesên dîyalog û muzakereyê bikin. Lê heta doza Kurdistanê çareser nebe, nabe navê aştî, biratî û yekîtî li van prosesan bê kirin û Kurd werin manîpulekirin. Nêrîn û pêşniyarên di vê komxebatê de hatin nîqaşkirin, ji bo siberojeke azad, wekhev û dadmend in. Em wek pêkhateyên vê komxebatê rêyên aştîyane dipejirînin û mafê çarenûsê yê neteweya Kurd destnîşan dikin û bi rêzdarî radigihînin.

