Nûçeyên IKL

Serdana Nûnertîya Herêma Kurdistanê

Serdana Nûnertîya Herêma Kurdistanê

Rêveberên Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Necat Zanyar û Nara Saadi li bajarê Bernê serdana nûnertîya herêma Kurdistanê (KRG) kirin. Hêvdîtin bi nûnerê herêma Kurdistanê (KRG) Dr. Fauzi Kaddur re pêk hat. Di hevdîtinê de projeyên Enstîtuya Kurdî ya Lozanê hatin guftûgokirin.

Dr. Fauzi Kaddur ji bo avakirina enstîtuyê kêfxweşiya xwe anî ziman û damezrandina enstîtuyê pîroz kir. Di dawîya hevdîtinê de Necat Zanyar pirtûkên xwe dîyarîyî rêzdar Fauzi Kaddur kirin.