Statement

Daxuyanîyek Li Ser Vexwendîyên Resepsîyona Enstîtuyê

Piştî resepsiyona ragihandina Enstîtuya Kurdî ya Lozanê (04.05.2025), me bihîst, ji welatên cuda sazî û kesayetên cuda gazinan dikin ji ber ku nehatine vexwendin.

Divê bê zanîn, ji bilî konfederasyonên diasporayê û çend îstîsnayan, ji derveyê Swîsreyê tu sazî û kesayet nehatibû vexwendin. Xwezî me karîba hemû alîyên Kurdî vexwenda lê em êdî bi vê hêvîyê dixebitin.

Di pêş de, em ê gelek zana û nûnerên saziyên Kurdistanî, li Swîsreyê biezimînin.

Bi hêvîya xweşbînîyê ji hemû alîyên Kurd yên li derveyê Swîsreyê, em vê xalê zelal dikin.

Rêz û silav

Enstîtuya Kurdî Ya Lozanê